22:31 18 Hezîran 2018
Ala Belçîkayê

‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’

© Flickr/ Francisco Osorio
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîtanên li Iraq û Sûriyeyê ji belçîkiyên xwedî heman nêrînan û xizmên xwe bi qasî 200 hezar euro alîkarî wergirtine.

Li gor nûçeya rojnameya De Tijdê milîtanên biyanî yên ku ji bo di nav rêxistinên terorîst de li eniyên pêş şer bikin çûne Sûriye û Iraqê nêzîkî 200 hezar euro alîkarî ji belçîkiyan wergirtine.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piraniya wan alîkariyan jî bi sîstema şandina pereyan a Western Unionê pêk hatiye.

Herwiha hat eşkerekirin ku ew alîkariyên bo milîtanan çûne bi rêya navbeynkarên li Tirkiye û Lubnanê ji bo Sûriye û Iraqê hatine şandin.

Serokê Beşa Kordînasyona Têkoşîna Dijî Terorê yê Fransayê (UCLAT) Loic Garnier, beriya niha ragihandibû ku nêzî 700 welatiyên frensî di nav refên DAIŞê de li Sûriye û Iraqê şer dikin.

Garnier herwiha dabû xuyakirin ku her çiqas wekî hejmara milîtanên frensî zêdetir bin jî di nav Yekîtiya Ewropayê de li gor gelheyê herî zêde ji Belçîkayê milîtanên DAIŞê hene.

Bi heman mijarî:

Malbatê ji bo ku kurê wan ji malê biçe, serî li dadgehê da
Pompeo Tirkiye û Rûsya bi xerabkirina rewşa Balkanan tawanbar kir
Rûsya: Hewla dewletên rojavayî ya civandina OPCWê ya taybet, Rûsya û Esadî dike armanc
Li Mêrdînê qezaya trafîkê rû da: 3 kes mirin
Tirkiye dê zêdetirî 9 milyon lîreyên tirk ji bo artêşa Ûkraynayê bişîne
Etîketan:
Iraq, Sûriye, Belçîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de