05:54 21 Hezîran 2018
Parlamentoya Ewropayê

PEyê dê çavdêr ji bo hilbijartina 24 Hezîranê neşîne

© REUTERS / Vincent Kessler
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku Parlamentoya Ewropayê (PE) çevdêr ji bo hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê ya di 24ê Hezîranê ku li Tirkiyeyê were lidarxistin, neşîne.

Hevserokên Koma Koordînasyona Hilbijartinê û Piştgiriya Demokrasiyê ya Parlamentoya Ewropayê David McAllister û Linda McAvan di daxuyaniya hevpar de diyar kirin ku, "PE dê pêvajoya hilbijartina li Tirkiyeyê neşopîne û di derbarê pêvajo û encamên hilbijartinê de jî şîrove neke."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, daxuyaniyên di derbarê hilbijartinê de yên endamên PEyê dê nêrînên Parlamentoya Ewropayê nîşan nede.

 

Bi heman mijarî:

‘Dibe ku li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin'
'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'
'Eger werim hilbijartin ez ê Hulusi Akar ji wezîfê bistînim'
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
SONAR: Erdogan di tura yekem de nayê hilbijartin
Etîketan:
çavdêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de