09:48 23 Hezîran 2018
Unai Emery

Arsenalê rahênerê ku dê bê şûna Arsen Wenger diyar kir

© REUTERS / Pascal Rossignol
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Tîma Lîga Premierê Arsenal piştî 22 salan bi rahênerê xwe Arsen Wengerê navdar re rêya xwe veqetand û bo rahênertiyê bi Unai Emery re li hev kir.

Lihevkerina di navbera herdu aliyan ewil Unai Emery, paşê jî Arsenalê ragihand. Arsenal li ser hesabê xwe yê twitterê peyama, 'Şeveqek nû, heyamek nû, rûpelek nû, tu bi xêr hatî Umai' parve kir.

​Arsenalê bo rahênerê xwe yê nû etîketa​ #WelcomeUnai vekir û bangî alîgiran kir û got, "Hadê bi hevre em vê bikin heyamek taybet."

​Fitbolîstan jî nivîsek ku rahênerê wan ê nû dide nasîn parve kirin.

Arsene Wenger
© Sputnik / Dylan Martinez/File Photo
​Serpêhatiya 2012an a Spartak Moskowayê ya Emery bi tenê çend mehan ajotibû, paşê li La Lîgayê vegeriya û di navbera salên 2013-16an de 3 caran bi Sevillayê re Kûpaya UEFA Ewropayê qezenç kiribû. Di pêşbirka fînala ewil de Benfica, di ya duyan de Dnipro Dnipropetrovsk û di ya sisyan de jî Liverpool têkbiribû.

Piştî vê serfiraziyê Emry derbasî Fransayê bû, tîma ku bi fitbolîstên navdar ve tijekirî Paris St. Germain xebitand. Di salên 2016-2018an de du caran li ser hev Şampiyoniya lîgê bidtest xist, carekê kûpaya fransayê û kûpaya super a frensî qezenç kiribû.

Bi heman mijarî:

'Zeîfbûna bê parêz û werziş êdî pêkan e'
100 werzişvanên navdar yên cîhanê diyar bûn
Di Lîga Şampiyonan de navê finalê diyar bû, Real Madrid-Liverpool
Pêşbirka rowanşê ya Lîga Şampiyonan, Real Madrid-Bayern Munih 2-2
Etîketan:
lîga premierê, fitbol, arsenal, Brîtanta
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de