13:32 23 Hezîran 2018
Rusya ordusu

Generalê NATOyê: Tu generalekî NATOyê naxwaze bi Rûsyayê re bikeve şer

© Sputnik / Mikhail Fomichev
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Generalê amerîkî yê ku berê di NATOyê de kar dikir Philip Breedlove got ku “tu generalekî NATOyê naxwaze ku bi Rûsyayê re bikeve şer.”

Generalê amerîkî Breedlove bi televîziyona Polonyayê ya bi navê Onet re di derbarê şerekî muhtemel yê bi Rusyayê re axivî. Breedlove destnîşan kir ku "Artêşa Rûsyayê ji kêmasiyên xwe pir zû dersan derdixe. Moskowa peyan da ku moşekên wan ji Behra Hazarê digihêje hemû payîtextên Ewropayê, ji ber vê jî tu genertalekî NATOyê naxwaze bi Rûsyayê re bikeve şer."

General Breedlove di derbarê muqayesekirina NATO û Rûsyayê de destnîşan kir ku: Dema em li Moskowayê dinhêrin, ji ber pêşketina rêyên bejayî û rêyên demir gelek pêşketîne, ev jî dibe sedem ku sewqiyatên leşkerî gelek bi lez tên kirin. Qabiliyeta Rûsyayê heye ku artêşa xwe bi lez dabeş bikin, lê dîsa jî ev qabîliyetên Artêşa Rûsyayê nayên wê wateyê ku ji NATOyê seerkeftîtir in.

Bi heman mijarî:

'Ofîsa NATO ya Moldova piştî hilbijartinan dibe ku bê girtin'
Stoltenberg: NATO û DYA alternatîfên S-400an pêşniyazî Tirkiyeyê dikin
NATO: Entegrasyona S-400î bo pergalên me zehmet e
Rûsya û NATO li ser mijara Sûriyeyê dicivin
Etîketan:
leşker, Leşker, nato, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de