04:29 22 Hezîran 2018
Lucien Favre

Di Borussia Dortmundê de heyama Favre dest pê dike

© Sputnik / NICOLAS TUCAT
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Tîma ji Lîga Yekem a Fitbolê ya Elmanyayê (Bundesliga) Borussia Dortmund, ji bo rahênertiyê bi Lucien Favre yê swîsreyî re heta sala 2020an li hev kir.

Di daxuyaniya ji klûba elman hat dayin de wiha hat gotin, "Borussia Dortmund bi Fevreyê 60 salî re heta 30ê Pûşbera 2020an li hev kiriye." Di daxuyaniyê de cih dan nêrînên menajerê klûba zer-reş Michael Zorc jî. Zorc anî ziman ku hatina Favre wê ji bo klûbê bibe destpêkek nû, rahênerê xwedî tecrûbe li Borussia Dortmundê gellekî jê tê hezkirin.

Herwiha Favre jî daxuyand ku xebata bi Dortmundê re ji bo min gellekî cazîbe û rayedarên klûbê ji min zêde bi bawerin, ji bo wan ez jî spasiya xwe dikim.

Hat ragihandin ku Favre di meha tîrmehê de wê bê nasîn, piştre bi tîmê re wê dest bi xebatên heyama 2018-2019an bikin. Herî dawî di Lîga Yekem (Ligue 1) a Fransayê de tîma Nice dixebitand, di Bundesligayê de jî rahênertiya Hertha Berlin û Borussia Monchengladbachê kiribû.

Bi heman mijarî:

Şampiyonê Lîga UEFA Ewropayê diyar bû
Di Lîga Ewropayê de îşev dê pêşbirka fînalê bê lîstin
Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirka fînalê: Atletico Madrid - Marsilya
Di Lîga Şampiyonan de navê finalê diyar bû, Real Madrid-Liverpool
Etîketan:
lîg, rahêner, fitbol, Elmanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de