00:48 20 Hezîran 2018
Belçîka, polîs

'Polîsan zaroka kurd a du salî kuşt, serokwezîrî serdana malbatê kir û soz da'

© REUTERS / Eric Vidal
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Polîsên Belçîkayê di 18ê Gulanê de gule le vanekê reşandibûn ku penaber tê de bûn û zarokeke kurd a 2 salî ya bi navê Mewda Şemdîn hatibû kuştin. Piştî wê, serokwezîrê Belçîkayê Charles Michelî serdana malbatê kir, hûrgiliyên bûyerê pirsîn û soz da ku lêpirsîneke lezgîn dest pê bike.

Li gorî DWê, medyaya herêmî ragihandiye ku dozgeriya belçîkî niha bûyerê vedikole ku termê zaroka kurd di wê vanê de hatiye dîtin ya ku li gorî nûçeyan bi dehan penaber tê de bûne.

Tê gotin ku polîsan gule berdane vanê ji ber ku hewl daye birevin lê rayedar dibêjin ku zarok ne ji ber birînên guleyê miriye.

K24ê ragihand ku Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michelî serdana dê û bavê Mewdayê kiriye da ku bêtir agahiyan derbarê bûyerê de bi dest bixe.

Michelî soz daye malbatê ku lêpirsîneke lezgîn bide destpêkirin da ku mercên mirina qîza wan eşkere bike.

"MALBAT POLÎSAN TAWANBAR DIKE"

Li gorî nûçeya K24ê, Mewda li gel 30 penaberên din bû ku dê û bavê wê jî di nav de bûn û ji ber polîsan reviyane.

Hêjayî gotinê ye ku malbata Mewdayê ji bajarê Raniyayê yê herêma Kurdistanê ye. Malbat polîsan tawanbar dikin.

AFPê ragihand ku dozger Frederic Bariseauî gotiye ku otopsiyê piştrast kiriye ku sedema mirinê, "guleya ku ketiye çena wê" û niha delîlan dinirxînin ji ber dibe ew gule ji "demançeya polîsekî be."

Wezîrê Hundir ê Belçîkayê Jan Jambonî jî mirina zarokê wek "bûyereke trajîk ku encamên wê yên dramîtk hene" bi nav kir û ragihand ku "vekolîn dewam dike."

Bi heman mijarî:

Fehriye Erdal dê li Belçîkayê were darizandin
Li Belçîkayê çenteyên bi gûman hatin dîtin
Balafirên F-16 yên Belçîkayê cara destpêkê li Sûriyê ne
Zubeyir Aydar jî di nav de doza 33 kesan li Belçîkayê hate dîtin
DAIŞ li Belçîkayê teqtîk guherand
Etîketan:
Mewda Şemdîn, Charles Michel, Raniya, Belçîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de