04:24 22 Hezîran 2018
Xwediyê Chelseayê Roman Abramoviç

Brîtanya vîzeya xwediyê Chelseayê Roman Abramoviç bi derengî dixe

© Sputnik / HRVOJE POLAN
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin ku rayedarên brîtanî nûkirina vîzeya xwediyê klûba Chelseayê Roman Abramoviç bi qestî dirêj dike û ji ber vê jî pêşbirka fînalê ya tîma xwe ya FA Cupê temaşe nekir.

Roman Abramoviç duh pêşbirka fînala FA Cupê ya di navbera Chelsea û Manchester Unitedê de hat lîstin, ji ber derengketiya vîzeyê li stadê temaşe nekir. Abramoviçê ku pêşbirkên klûba xwe ji nêz ve dişopîne di têkoşîna duh hat lîstin de ji ber sedema vîzeyê li stadê cihê xwe negirt.

Çavkaniyek ji xizmê Roman Abramoviç ji Sputnikê re axivî û got, îdayên ku tên bilêv kirin Brîtanyayê vîze nedaye derewin, bi tenê pêvajoya nûkirina vîzeyê dirêj diajo. Çavkaniyê ku derbarê vîzeya Abramoviç de axivî bibîr xist ku serî li vîzeyek nû xistiye, lê ji ber pêvajoya xebatên vîzeyê Abramoviç nikarîbû biketa Brîtanyayê û pêşbirk temaşe nekiriye.

Bi heman mijarî:

Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Brîtanya li xwe mikur hat ku di encama êrişa hewayî de kesekî sivîl hatine kuştin
Netenyahû: Me bangî Amerîka, Brîtanya, Fransa û Pûtînî kir ku belgeyên Îranê vekolin
Etîketan:
klûb, vîze, fitbol, Xwediyê Chelseayê Roman Abramoviç, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de