01:26 18 Hezîran 2018
Russia Today

Li Brîtanyayê dijî RTê 3 lêpirsînên din hatin vekirin

© Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin saziya sazkerina medyaya Brîtanyayê Ofcom, li dijî Russia Todayê (RT) 3 lêpirsînên din da vekirin.

Saziya sazkerina medyaya Brîtanyayê Ofcom daxuyan ku derheqê Russia Todayê de sê lêpirsînên din hatine vekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêpirsîn bo bernameyên nûçeyan ên di tarîxa 26ê Nîsan, 4ê Gulanê û bernameya Crosstalkê ku di 20ê Nîsanê de hatiye weşandin, vebûye.

Ofcomê di 18ê Nîsanê de eşkere kiribû ku li dijî bernameyên nûçe û belgefîlman ên RTê 7 lêpirsîn dane destpêkirin. Bi vî awayî derbarê RTê de hejmara lêpirsînan gihaşt 10an.

Saziya Ofcomê di meha adarê de ji ber bûyera sîxurê rûs û keça wî, RT bi betalkirina lîsansê ve tehdît kiribû, Gerînendeya RT û Sputnikê Margarita Simonyan jî bersiv da ku dê bi heman gavavêtinê bersivê bidin.

Bi heman mijarî:

RT dawî li weşana xwe ya Washingtonê anî
RT: Karwaneke mezin a HSDê gihişt Efrînê
Sîmonyan: Rojnamegerên Wezareta Derve ya Amerîkayê jî bi dizî RT temaşe dikin
Ji Peskov nirxandina RT: Em hêvî dikin ku Parlamentoya Rûs bersiveke hestebar bide Amerîka
Etîketan:
bername, weşan, kanal, sputnik, rt, Ofcom, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de