00:50 20 Hezîran 2018
iniesta-piştî pêşbirkê li ser destan e

Andres Iniesta cara dawî formeyê Barcelonayê li xwe kir

© Sputnik / LLUIS GENE
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Andres Iniestayê ku di binesaziya klûba Barcelonayê de têgihîşt ji sala 2002an û vir de di tîma sereke de bê navber forme li xwe kir. Iniesta piştî pêşbirka bi Real Sociedadê re xatir ji alîgiran xwest.

Di pêşbirka hefteya dawî ya Lîga Yekem a Fitbola (La Liga) Spanyayê de Andres Iniestayê ku cara dawî formeyê tîma Barcayê li xwe kir, Barcelonayê tîma Real Sociedadê kir mêvan. Di pêşbirka ku nîva ewil 0-0 qediya de di deqîqeya 57an de fitbolîstê Barcelonayê Philippe Coutinho ji derveyî seha cezayê bi gola ku avêt tîma xwe 1-0 xist pêş. Di pêşbirkê de ti golên din nehatin avêtin û têkoşîn bi serdestiya Barcelonayê ve bi dawî bû.

Bi fîqa hakem ya dawî ve Barcelonayê şampiyoniya xwe îlan kir, lê ji bo fitbolîstê navdar Andres Iniesta bi formeyê Barcelonayê ve bû pêşbirka dawî.

Piştî pêşbirkê Iniesta heta derengê şevê li Stada Nou Campê bi tena serê xwe rûnişt û hêstir rijandin.

​Iniesta ji sala 1996an û vir de di temenê 12 salî de bo tîma barcelonayê dest bi xebatan kir. Ji aliyê din ve Barcelonayê di hefteya dawî de bi têkbirina tîma Real Sociedadê ve şampiyoniya xwe jî îlan kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Iniesta bi hêsiran ji Barcelonayê xatir xwest
Tîma Barcelona xewna keçeke kurd bi cih anî
Êrîşa Barcelona: Hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî gihîşt 14 kesan
Ji ber şerê Barcelona û Real Madrîdê li Hewlêrê 131 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
xatir xwestin, iniesta, fitbol, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de