00:42 20 Hezîran 2018
Katalonya

Îspanyayê cardin rê li ber katalana girt

© REUTERS / Vincent West
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Herêma Katalonyayê dest bi xebatên axakirina hikûmeta nû kir lê belê Îspanya li hember vê astengî derxist û xwest ku Herêma Katalonya bi temamî di bin kontrola wê de bimîne.

Serokê Herêma Katalonyayê yê nû Quim Torra ji bo serdema nû lîsteya wezîran amade kir, lê ji ber ku di vê lîsteyê de cih da hinek kesên ku mêldarê serxwebûna Katalonyayê ne, Serokê Îspanya Mariano Rajoy îtirazê lîsteyê kir. Lewra hin kesên ku di kabîneya nû de navê wan derbas dibin ji aliyê hikûmeta Îspanyayê ve sûcdar tên nasîn.

Mariano Rajoy bi serokê partiyên muxalefetê re jî hevdîtin pêk anî û ji wan xwest ku piştkiriyê bidin îqtidarê da ku Katalonyayê bi temamî cardin têxin bin kontrola Îspanyayê.

Çavkaniyên hikûmeta Îspanyayê ragihandin ku "eger lîsteya wezîrên Katalonyayê neyê guhertin hikûmeta Îspanyayê destûr nade ku kabîneya nû di rojnameya fermî de bê ragihandin."

Bi heman mijarî:

Madrîd biryara girtina siyasetmedarên Katalan da Katalonya tevlihev bû
Katalonya ji bo hilbijartina parlamentoyê çû ser sindoqê
Serokê Katalonya ku teslîm bibû bi şert hate berdan
Îspanya li Ewropa fermana girtina serokê Katalonya derxist
Etîketan:
parlemento, Katalonya serxwebûn-, îspanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de