06:55 22 Hezîran 2018
Serokwezîrê Skoçyayê Nicola Sturgeon

Îskoçyayê bal kişand ser 'referandûmeke nû ya serxwebûnê'

© REUTERS / Yves Herman
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Seroka Yekem a Îskoçyayê Nicola Sturgeon got, piştî Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqete, ew difikirin ku referandûmeke nû ya serxwebûnê li dar bixin.

Seroka Yekem a Îskoçyayê Nicola Sturgeon anî ziman ku Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê wê li pêş dengdana veqetandinê ya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) nebe asteng û got, lê em bi endîşe ne ku veqetandina ji YE li hinek cihên cuda yên welêt bibe sedema pirsgirêkan. Seroka Îskoçyayê destnîşan kir ku ew ê biryara xwe piştî ku peywendiya Brîtanya û YE diyar bibe, bidin.

Li Îskoçyayê di sala 2014a de referandûma serbixwebûnê hatibû lidarxistin û di encamê de ji sedî 44ê dengdêran dengê erê, ji sedî 55ê dengdêran jî dengê na binkar anîbûn.

 

Bi heman mijarî:

Li Skoçyayê referandûma ‘serxwebûnê' di rojevê de ye
Brîtanyayê bersiv da daxwaza Îskoçyayê ya referandûma duyemîn
Katalonî ji ber ku ala wan hate qedexekirin dê bi ala Îskoçyayê derkevin pêşbirkê
Etîketan:
referandûma serxwebûnê, Seroka Yekem a Îskoçyayê, Nicola Sturgeon, Îskoçya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de