01:43 23 Hezîran 2018
Ala Îranê

'Ewropa, Çîn û Rûsya ji bo Îranê li ser peymaneke nû hevdîtinê dikin'

© AP Photo / Ronald Zak
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Çapemeniya Almanyayê nivisî ku Ewropa, Çîn û Rûsya piştî Amerîka ji peymana nukleerê ya Îranê vekişiya, ji bo ‘xilaskirina bermaya peymanê' hevdîtinê dikin, da ku bi şertê Îran bernameyê sînordar bike, alîkariya darayî bidin Îranê.

Li gorî nûçeya rojnameya alman a bi navê Welt am Sonntagê, ku nûçeya xwe spartiye çavkaniyên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê, rayedarên Ewropa, Çîn û Rûsyayê hefetya pêş dê bi pêşengtiya dîplomata ewropayî Helga Schmidt li Viyanayê li hevdu bicivin û nîqaşê bikin, ku piştî biryara vekişîna ji peymana nukleerê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump dikarin çi gavan biavêjin.

Tê payîn ku Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn beşdarî hevdîtina li bajarê Viyanayê yê paytexta Avusturyayê bibin lê Amerîka wê beşdarî vê hevdîtinê nebe.

Hat diyarkirin ku hêj nayê zanîn ku Îran dê beşdarî civînê bibe an nebe.

''DIBE XALEKE JI BO ALÎKARIYA DARAYÎ JÎ CIH BIGIRE'

Ji aliyê din ve hat gotin ku armana civîna dîplomatan a li Viyanayê ew e ku hinek xalên din li peymana nukleerê ya sala 2015a zêde bikin û Trump qanî bikin ku bila mueyîdeyên li dijî Îranê rabike. Di nûçeya rojnameya almanî de herwisa hat parastin ku di vê peymana nû ya li ser hevdîtin tê kirin de, dibe ku xaleke ji bo alîkariya darayî ya Îranê jî cih bigire.

Hêjayî gotinê ye Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî biryara vekişînê ya Amerîkayê, daxuyandibû ku Amerîka tune be jî peyman wê berdewam bike.

Bi heman mijarî:

Îmaret: Armanca me ya sereke derxistina Tirkiye û Îranê ji Rojhilata Navîn e
Li Îranê xwendekareke kurd ji ber xizaniyê xwe kuşt
Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
Amerîka: Em ê li dijî Îranê hevpeymaneke navdewletî ava bikin
Etîketan:
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya, Çîn, Ewropa, Viyana
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de