14:19 23 Gulan 2018
    delfîn

    Ûkraynayê îdîa kir, 'delfînan fermanên rûsan neanîn cî, ketine grêvê û mirine'

    © AFP 2018 / VALERY HACHE
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên ûkraynî îdîa kir ku piştî Kirim di sala 2014an de di encama referandûmê de bi Rûsyayê ve hat girêdan, delfînên sîxur 'fermanên rûsan neanîne cî, bi zanebûn xwe birçî hiştine û lewra mirine."

    Malpera Obozrevatelê ya bi zimanê ûkraynî weşanê dike, got ku şêwirmendê Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenkoyî yê berpirsyarê Kirimê, Boris Babinî gotiye ku hîn bûne, delfînên sîxur ên li Kirimê ji bo pêkanîna peyiwrên leşkerî dihatin perwerdekirin, mirine.

    Rayedarê ûkraynî îdîa kir ku piştî nîvgirava Kirimê li ser daxwaza xelkê di sala 2014an ji ÛKraynayê veqetiya û tev li Rûsyayê bû, delfînên sîxur ên li akwaryûmeke li Sivastopolê perwerdekarên xwe yên rûs ên nû qebûl nekirine û wan bi zanebûn dawî li jiyana xwe aniye.

    Li gorî daxuyaniya Babînî, delfînên ku berê bi pêpîkên taybet pêwendî bi perwerdekarên ûkraynî re datanîn lê li gel ku ev pêpîk dan Rûsyayê jî, wan nexwest pêwendiyê bi perwerdekarên nû re deynin.

    'DELFÎN JI GELEK LEŞKERÊN ÛKRAYNÎ DILSOZTIR IN'

    Herwiha Babînî îdîa kir ku delfînan red kiriye ku xwarinê bixwin, lewra piştî demekê mirine û got, "wan ew sonda dilsoziyê ya ji bo Ûkranyayê xwaribû, ji gelek leşkerên ûkraynî jî cidîtir digirin."

    "BEŞEK JI PROGRAMA SOVYETÊ YE"

    Delfînên sîxur beşek ji programeke Sovyetê bû ku guhandarên deryayê dihatin perwerdekirin ji bo peywirên leşkerî pêk bînin.

    Lê ev program wek gelek projeyên wê serdemê bi jihevketina Yekîtiya Sovyetê ya sala 1990î hat piştguhkirin. Ew nûçeyên dibêjin ku delfînên li Ûkraynayê ji bo peywirên leşkerî tên perwerdekirin bo Îranê hatine firotin hatibûn redkirin.

    Ji aliyê din ve, ev program sala 2012an ji aliyê komkeştiya Ûkraynayê hat vejandin. Tê bawerkirin ku tesîsa li Kirimê hatiye damezirandin, yek ji du tesisên cîhanê ye. Ya din jî li komkeştiya Amerîkayê ya li San Diegoyê ye ku delfîn û şêrên deryayê tên perwerdekirin.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Polîsê leşkerî baregehên Rûsyayê yên Hmeymim û Tartûsê diparêzin
    Rûsyayê jî dest bi dersînorkirina dîplomatên amerîkî û ewropî kir
    Li Rûsyayê xelaskirina qazekê ku ketibû nava rê kişandin vîdeoyê
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Etîketan:
    delfînên sîxur, delfîn, boris Babin, Pyotr Poroşenko, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de