04:13 25 Gulan 2018
    Ala Yekîtiya Ewropayê - Bruksel - Navenda Komîsyona Ewropayê

    YE li dijî Amerîkayê dest bi hemleya Îranê kir

    © REUTERS / Yves Herman
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Amerîkayê li hemberî Îranê biryara mueyîdeyan da, Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar girt ku şîrketên Ewropayî yên dê bi bin bandora peymanê de bimînin, ji aliyê yasayî û aborî ve biparêze.

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiya, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyand ku wan pêvajoya ji bo parastina berjewendiyên şîrketên Ewropayê yên li Îranê daye destpêkirin.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymanê û pêkanîna mueyîdeyan, dibe ku bandorên nerênî li ser şîrketên Ewropayê bike û hat derbirîn ku YE bi biryar e ku peywendiyên xwe yên aborî û bazirganî yên bi Îranê re bidomîne.

    PÊVAJOYA 'YASAYA ASTENGKIRINÊ' HATIYE DESTPÊKIRIN

    Hat destnîşankirin ku serokên welatên YE ji bo gavên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yên derbarê mijarê de bi yekdengî biryara piştgiriyê girtin û hat gotin ku ji bo ew şîrket li gorî mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Îranê tevnegerin û ti biryareke dadgehê ya ji bo cezayên Amerîkayê nas nekin, bi awayekî fermî pêvajoya xistina meriyetê ya ‘yasaya astengkirinê' hatiye destpêkirin.

    Herwisa di daxuyaniyê hat daxuyandin ku di warê fînansekirina veberhênanên li Îranê de ji bo ew şîrket karibin Bankata Veberhênaniyê ya Ewropayê bi kar bînin, xebatên yasayî hatine destpêkirin.

    Welatên YE ji bo rakirina astengiyên mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Kubayê jî yasaya astengkirinê derxistibûn lê ew yasa ti caran neket meriyetê. Ev tevdîrên tên behskirin, ger Parlamentoya Ewropayê (PE) û Konseya Yekîtiya Ewropayê li dijî dernekeve wê di nava 2 mehan de têkevin meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ê li dijî Îranê hevpeymaneke navdewletî ava bikin
    Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
    Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
    Macron: Tevî biryara DYAyê ya peymana nukleerî, YE hebûna şirketên li Îranê misoger dike
    Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
    Etîketan:
    biryar, Yekîtiya Ewropayê, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de