11:17 24 Gulan 2018
    Nexweşxaneya Herêmî ya Salisburyê

    Sîxurê berê yê rûsî Sergey Skripal ji nexweşxaneyê hat derxistin

    © AFP 2018 / Chris J Ratcliffe
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Xizmetên Tenduristiya Neteweyî ya Brîtanyayê sîxurê berê yê rûsî Sergey Skripal, ku piştî ligel keça xwe Yuliya hatibû jehrîkirin û rakiribûn nexweşxaneyê, ji Nexweşxaneya Herêmê ya Salisburyê hatiye derxistin. Keça Skripalê Yuliya di 11ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.

    Xizmetên Tenduristiya Neteweyî ya Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin, "Sergey Skripal, ji Nexweşxaneya Herêmê ya Salisburyê hat derxistin. Birêz Skripal û keça wî Yuliy Skripal, ligel DS Nick Bailey (polîsê ku midaxeleyê bûyera jehrîkirinê ya li Salisburyê kir û di heman rojê de dest bi tedawiya wî hat kirin) rastî xaza sinîrê bûbû û di 4ê Adara 2018a de ji bo nexweşxaneyê hatibû qebûlkirin. Hemû ji nexweşxaneyê hatin derxistin."

    NEXWEŞXANE DERBARÊ TEDAWÎKIRINÊ DE TI AGAHIYAN NADE

    Nexweşxaneya Herêmê ya Salisburyê daxuyand ku ew nikare derbarê dermankirina herduyan de agahiyan bide.

    ‘EW BIRIN CIHEKÎ VEŞARTÎ'

    Tê diyarkirin ku Sergey û yuliya Skripal ji bo ewlekariyê birine cihekî veşartî.

    Yuliya Skripal di 11ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê li ser bûyera Skripal daxuyanî da
    Rûsya: Bûyera Skripal bi îhtimeleke mezin karê îstixbarata îngilîz e
    Lavrov: Di raporta Skripal a OPCWê de terîma ‘Noviçok (A-234)' derbas nabe
    The Sun: Yuliya Skripal bo baregeheke leşkerî hat veguhestin
    Etîketan:
    Nexweşxaneya Herêmê ya Salisbury, Sergey Skripal, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de