08:05 25 Gulan 2018
    Papa Francis

    Papa ji bo bazara darayî ya cîhanê hişyarî da

    © AFP 2018 / TIZIANA FABI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêberê olî yê katolîkan Papa Francis derbarê bazara darayî de hişyar dan û di vê bazarê de bikaranîna amûrên çêkirî (amûrên ku ji hebûnekê tên çêkirin û li gorî nirxê wê hebûnê dibe xwedî nirx) ) yên bidestxistina sermayeyê wekî qumarê bi nav kir.

    Bi daxwaza Papa Francis ji aliye Vatîkanê ve beyanameyeke 34 xalî hat weşandin û di wê beyanameyê de rewşa bazara darayî û aboriya kureyî hat nirxandin û herwisa derbarê pirsgirêkên di nav qadan de pêşniyarên çareseriyê hatin kirin.

    Di beyanameyê de hat derbirîn ku bidestxisitina kareke mezin a zirarê dide yên din û zengînbûna şexsî ya zirarê dide sûdweriya hevbeş, ne exlaqî ye. Herwisa hat diyarkirin ku di destpêka qeyrana aborî ya sala 2007a de nrixê tevahî ya amûrên çêkirî nêzikî dahatûya xeyrî safî ya cîhanê bûye û e amûrên çêkirî ji nirxên xwe yên rastîn dûr ketiye.

    Di beyanameyê de bikaranîna van amûrên çêkirî wekî qumarê hat binavkirin û hat gotin ku xebatên wisa derexlaqî zirarê dide neteweyan û bi milyonan mirovan. Hat destnîşankirin ku divê bazar û aborîya kureyî xwediyê prensîbên exlaqî bin û divê regulasyon li gorî sûdweriya hevbeş û heysiyeta mirovan were pêkanîn. Di beyanameyê de hat derbirîn ku bazara darayî nikare xwe bi xwe birêve bibe û divê li gorî prensîbên exlaqî yên ku mirov digire navenda xwe, were birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îdiaya ku Papa gotiye Dojeh tuneye derewe'
    ‘Erdogan ji bo bi Papa re hevdîtinê pêk bîne bexşeke mezin kir'
    Nêçîrvan Barzanî bi Papa re çi axivî?
    Barzanî û Papa hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Rêberî olî yê katolîkan, Papa Francis, Vatîkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de