17:02 26 Gulan 2018
Donald Tusk

Yekîtiya Ewropa: Em nikarin tevgerên Trump texmîn bikin

© REUTERS / Eric Vidal
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî lûtkeya Yekîtiya Ewropa-Balkanan a li paytexta Bulgaristan Sofyayê, Serokê Serdemê yê YEyê û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov, Serokê Konseya YEyê Donald Tusk û Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker civîneke hevpar a rojnamevanî li dar xistin.

Serokê Komîsyona YEyê Donald Tusk di civînê de li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji peymana nukleerî ya Îranê derket û wiha axivî:

"Pirsgirêka rasteqînî ya jeopolîtîk ne li dema tevgerên reqîban, dema mirov tevgerên dostê xwe yê herî nêzîk (Donald Trump) nikare texmîn bike derdikeve holê. Em jî bi şirîkê xwe yê wî aliyê zeryayê re (Amerîka) xwedî pirsgirêkeke wiha ne."

Juncker jî da xuyakirin ku dê Yekîtiya Ewropa (YE) hevkariya peymana nukleerî ya bi Îranê re berdewam bike.

Bi heman mijarî:

Polîsê Belçîkî da pey dolmîşa koçberên kurd û bû sedema mirina zaroka 2 salî
Pûtîn: Divê hêzên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin
Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila êdî partnerên biyanî rewşa Vişînskiy bibînin
Pûtîn li Soçiyê bi Esad re civiya: Mercên proseyeke nû ya siyasî çêbûne
Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne
Etîketan:
Juncker, Tusk, Trump, Amerîka, YE, Yekîtiya Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de