01:36 26 Gulan 2018
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li kongreya Amerîkayê

Macron: Tevî biryara DYAyê ya peymana nukleerî, YE hebûna şirketên li Îranê misoger dike

© REUTERS / Jonathan Ernst
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku pêwist e peymana nukleer ya bi Îranê re were revîzekirin û bernameya moşekên balîstîk jî tê de divê gotubejên bi Tehran re berdewam bikin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li paytexta Bulgaristanê Sofyayê di civîna Welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û Balkanên Rojavayê de axivî û da zanîn tevî biryara Amerîkayê ya peymana nukleerî ya bi Îranê re jî, Yekîtiya Ewropayê (YE) hebûna şirketên li Îranê misoger dike.

‘ÊWLEHÎ Û AŞTIYA HERÊMÊ XALEKE GIRÎNG E'

Macron da xuyakirin ku YEyê biryar daye ku rêkeftina peymana nukleerî were domandin û mafê şirketên ewropî were parastin, "Di mijara Îranê de me nîqaşên karîger kirin. Peymana nukleerî ji bo ewlehî û aştiya herêmê xaleke girîng e. Biryara Amerîkayê çi dibe bila bibe, me biryar da ku piştgiriya vê yekê bikin. Ji bo ku şirketên me bikaribin li Îranê bimînin me soz da ku bergiriyên siyasî bêne dabînkirin"

‘LI DIJÎ AMERÎKAYÊ EM DÊ NEBIN HEVPEYMANÊN ÎRANÊ'

Serokê frensî teqezî li ser wê yekê kir ku ‘armanca wan a sereke ne bazirganî ye lê îstîqrara herêmê ye' û lê zêde kir, "li dijî Amerîkayê em dê nebin hevpeymanên Îranê."

Macronî parast ku divê peymana nukleer ya bi Îranê re were parastin lê divê peymana nukleerî û bernameya moşekî ya balîstîk were nûkirin.

Bi heman mijarî:

Putin û Macron hevdîtin pêk anî
Macron got ku biryara Trump a Îranê ‘xeta’ ye
Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe
Macron: Vekişîna Amerîkayê ya ji peymana nukleerî dibe bibe sedema şer
Macron: Ez dixwazim diyalogeke dîrokî ligel Putin deynim
Etîketan:
şirketên rojavayî, Peymana nukleer, Emmanuel MAcron, Amerîka, Îran, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de