11:10 24 Gulan 2018
    Roboskî

    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana doza Roboskiyê red kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 02

    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku parêzaran du rojan bi derengî belge ji Dadgeha Destûra Binhegîn a Tirkiyeyê re şandiye, serlêdana ji bo qetlîama Roboskiyê red kir.

    Hiqûqnasê mafên mirovan û akademîsyenê îxrackirî yê Zanîngeha Enqereyê Kerem Altiparmak li ser hisabê xwe yê Twitterê ragihand ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana ji bo qetlîama Roboskiyê red kiriye. Altiparmak ji bo sedema redkirinê ya serlêdanê jî got, ji ber ku parêzeran du rojan bi derengî belge şandine Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê.

    Kerem Altiparmak di peyama xwe ev tişt gotin:

    "DMMEyê di biryara xwe ya Encu/TRyê de bi sedema ku parêzeran du rojan bi derengî belge şandine Dadgeha Destûrê (AYM), qetlîama Roboskiyê ya ku têde bi piranî zarok 34 kes hatibûn qetilkirin, avêt ser sergoya dîrokê. Divê êdî navê dadgehê wekî Dadgeha Nayê Qebûlkirin a Ewropayê were guhertin, ji ber ku tişta herî baş dike, ev e! Di doza Roboskiyê de bi qasî bêedaletiya Dadgeha Destûrê û DMMEyê ti tiştî canê min neêşand. Dilê min dişewite. Zar û zêç, bi tevahî 34 kes hatin qetilkirin. Di nav 7 salan de ti tiştek nehat kirin. Niha ew 7 sal hatin jibîrkirin, ji berk u parêzer 2 rojan dereng man, doz hat redkirin. Gotineke ku ez bibêjim, nabînim!"

    Altiparmak di peyameke xwe ya din a Twitterê de jî got, ew sedema derengketina parêzeran nizane lê wan parêzeran ji bo derengmayînê rapora nexweşxaneyê jî biriye lê ew rapor nehatiye qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Xizmê qurbaniyên Roboskiyê yê hatibû desteserkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan
    Li malbatên Roboskiyê ceza hat birin
    ‘Li şûna kiryaran, malbatên Roboskiyê têne darizandin!'
    Demirtaş di salvegera Komkujîya Roboskiyê de peyamek belav kir
    Şanogerê ku Qetlîama Roboskiyê lîst ket hepsê
    Etîketan:
    doza Roboskî, redkirin, Hiqûqnasê mafên mirovan û akademîsyen, Kerem Altiparmak, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de