05:18 25 Gulan 2018
    Nokava rûsî

    Amîralê frensî: Nokavên rûsî gelek lezgîn û bêdeng in

    © Sputnik / press-service of JSC "PO "Sevmas
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêza Deryayî yê Fransayê Amîral Christophe Prazuck di axaftina xwe de ragihand ku nokavên rûsî gelek lezgîn û bêdeng in.

    Fermandarê Hêza Deryayî yê Fransayê Amîral Christophe Prazuck di axaftina xwe ya li Navenda Lekolînên Stratejîk û Neteweyî ya li Washîngtona paytextê Amerîkayê got: "Nokavên rûsî nodern, gelek lezgîn û bêdeng in."

    Amîralê frensî Christophe Prazuck di axaftina xwe de bal kişand ser keştiyên çînî ku ji nişka ve zêde bûn û got: "Çîne di nava 4 salên dawî de 80 keştiyên şer xistin xizmeta artêşê. Ev hejmara keştiyên şer ên Çînê gihîştiye yên Fransayê."

    Prazuck di dirêjiya axaftina xwe de got: "Çîn niha xwe bixwe keştiya şer a balafiran înşa dike. Ev hemû nîşan didin ku êdî wê fîloyên welatên endamên NATOyê li cihanê ne pêşeng bin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîra Parastin ê Fransayê: Eger Şam çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin
    Pênûsa Putin li Fransayê bi 63 hezar euroyan hat firotin
    Esad nîşaneya rûmet a Fransayê îade kir
    Endamên PEyê êrîşa dijî Sûriyeyê û piştgiriya Fransayê protesto kirin
    Li Fransayê nîqaş: Bêyî Rûsyayê nabe gav werin avêtin
    Etîketan:
    Fermandarê Hêza Deryayî yê Fransayê, Christophe Prazuck, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de