01:40 26 Gulan 2018
Dolar

'YEyê plan dike bo deynê petrolê şûna dolar, euro bikar bîne'

© AFP 2018 /
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Çavkaniyek dîplomatîk ku ji Sputnikê re axivî, eşkere kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bo peredana petrolê ji dêvla dolar dê euro bikar bîne.

Piştî ku DYAyê bi Îranê re peymana P5+1 a nukleerê bi dawî kir YE ewropa li pêy planekê ye ku peredana deynê petrolê bi euro bike. Çavkaniyê dîplomatîk ku ji Sputnikê re axivî, got, "Ez ji mijarê agahdarim ku YEyê bo peredana petrola ku ji Îranê digre, şûna dolar bi euro bike."

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiya YEyê Federica Mogherini daxuyandibû ku, Fransa, Brîtanya, Elmanya û Îran piştî biryara DYAyê bo çareserkirinên pratîk, di mijara hevkariyê de li hev kirine.

Hat ragihandin ku YE hewl dide bi Îranê re pêwendiyên xurt û kûr deyne, bikeve nav têkiliyên aboriyê û bo sewqiyata xaza siruştî xebatan dimeşîne. Ji aliyê din ve Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zerîf piştî ku bi rayedarên YEyê re hatin ba hev got, "Me destpêkek baş kir, lê em li bendeyî mîsogerkirinek ber bi çav in."

Bi heman mijarî:

Îran: Vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî dê bandorê li hevkariya Moskowa-Tehranê neke
Îran 60 roj muhlet da welatên Neteweyên Yekbûyî
Koşka Spî Îran bi ‘Alozkirina Rojhilata Navîn’ tawanbar kir
Îran: Îsraîl tevgerekê bodelî bike wê Tel Avîv û Heyfa ji holê rabe
Etîketan:
nukleer, peyman, ye, Federica Mogherini, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de