16:48 20 Gulan 2018
    Piştî ku Balyozxaneya Amerîkayê ji bo Qudsê hat veguhastin filistîniyan li ser sînorê Xezzeyê xwepêşandan li dar xistin

    Îrlandayê ji bo bûyerên li Xezzeyê bang li balyozê Îsraîlê kir

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Îrlandayê ji bo pevçûnên di navbera filistîniyan û hêzên ewlehî yên Îsraîlê de bangî balyozê Îsraîlê yê li Îrlandayê kir û fikarên xwe yên derbarê mijarê de ragihandin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îrlandayê wezîrê derve yê wî welatî Simon Coveney bang li Balyozê Îsraîlê yê li Dublinê Ze'ev Boker kir û pê re hevdîtin pêk anî.

    Coveney di hevdîtinê de ji bo pevçûnên li Xezzeyê yên di navbera filistîniyan û hêzên Îsraîlê de fikarên Îrlandayê anî ziman û ji Îsraîlê xwest ku bi pîvan tevbigere.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Îrlandayê balyozê Îsraîlê agahdar kiriye ku divê ji bo mirinên duhî bi pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) lêkolîneke serbixwe û navdewletî were destpêkirin. Herwisa di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê yên mîsyona dîplomatîk a Îrlandayê ya li Ramallahê negihiştiye ser birîndar û mirinên li Xezzeyê.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber kêmasiya tîm û dermanên pergala tenduristiyê ya li herêmê beriya niha jî pirsgirêk qewimîn û hat derbirîn ku Îrlanda ji nûçeyên digotin peywirdarên tenduristiyê jî bûne hedef, gelekî aciz bûye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Îsraîlê bo bûyerên li Xezzeyê got: Guleyên me têra her kesî dikin
    NYyê banga rawestandina tundiya bêpîvan li Îsraîlê kir
    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Wêneyê Pantsir-S1 ya ku Îsraîlê li Sûriyê îmha kiribû hat parvekirin
    Pisporên rûsî eşkere kirin: Pantsir-S1a ku Îsraîlê rûxand ne aktîf bû
    Îran: Bêdengiya civaka navdewletî, Îsraîlê bi cesaret dike
    Artêşa Îsraîlê dîmenên êrîşa li dijî Pantsir-S1ê parve kir
    Etîketan:
    Balyozê Îsraîlê yê li Dublinê, Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê, Ze'ev Boker, Simon Coveney, Îrlanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de