11:13 24 Gulan 2018
    Theresa May

    Ji May bo Rûhanî: Em bi peymanê ve girêdayî ne

    © REUTERS / Daniel Leal-Olivas
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di axaftina xwe ya Hesen Rûhanî de ragihand ku em bi peymana nûkleerî ve girêdayî ne.

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bi rêya telefonê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re axaftinek pêk anî. Li gor agahiyan herdu serokan di axaftina xwe de rewşa girtiyên brîtanî yên li Îranê jî axaftine.

    Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiya Brîtanyayê, Theresa May û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê axaftinek pêk anîn û di axaftinê de rewşa hemwelatiyên brîtanî ku li Îranê girtine jî hat nirxandin û May ji Rûhanî daxwaz kir ku ji ber sedemên însanî divê ev hemwelatî werin berdan.

    Li gor nûçeya BBCya brîtanî li Îranê herî kêm 30 hemwelatiyên brîtanî girtîne. Li gor daxuyaniyê May ji Rûhanî re gotiye: "Em bi peymana nûkleerî ve girêdayî ne."

    Bi heman mijarî:

    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    Erdogan li Brîtanyayê wê bi Elizabeth û Theresa May re hevdîtinan pêk bîne
    May: Ger min êriş ji parlementoyê bipirsiya me ne dikarî planan veşêrin
    May: Êrîşa li hemberî Sûriyeyê di berjewendiya me ya neteweyî de bû
    May: Êrîşa li dijî Sûriyeyê mafdar û yasayî ye
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Etîketan:
    Serokwezîra Brîtanyayê, Hesen Rûhanî, Theresa May, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de