08:05 25 Gulan 2018
    Sergey Skripal

    ‘Skrîpal, bi dizî çû Pragê û li Brîtanyayê bi îstixbarata Pragê re civiya’

    © REUTERS / Peter Nicholls
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara Respekt ya ku li Çekyayê dertê di derbarê sîxurê rûs yê kevin Sergey Skripal de got ku “bi dizî hatiye Çekyayê û bi îstixbarata Çekyayê re têkiliya wî hebûye.”

    Kovara Respekt tevgerên îstixbarata Çekyayê ji nêz ve dişopîne. Li gorî nûçeya kovarê, " Skrîpal di sala 2012an de piştî ku li Rûsyayê hat berdan çû Brîtanyayê û li wir ji bo deşîfrekirina sîxurên Rûsyayê yên li Brîtanyayê bi îstixbarata Brîtanyayê re şirîktayiyê kiriye."

    Herwiha di nûçeyê de tê gotin ku: Di vê çarçovê de îstixbarata Brîtanyayê destûr daye ku Skrîpal bi îstixbarata Çekyayê re jî hevdîtinê bike. Ji bo vê Skrîpal di sala 2012an de diçe Çekyayê û herî kêm carekî jî li Brîtanyayê bi îstixbarata Çekyayê re civiyaye.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarovayê 3 derewên Brîtanyayê yên derbarê bûyera Skrîpal de eşkere kirin
    Rûsya: Di derbarê buyera Skrîpal de agahiyên taybet bi zanebûn tên parvekirin
    Yuliya Skrîpal: Hê jî rewşa bavê min giran e
    Balyozxaneya rûsî: Biryara Britanya ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Skrîpal siyasî ye
    Etîketan:
    îstixbarata îngilîz, Çekya, Sergey Skripal, brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de