07:46 25 Gulan 2018
    Parîs, êrîşa bi kêrê

    'Nasnameya êrîşkarê Parîsê eşkere bû, dê û bavê wî hatin desteserkirin'

    © REUTERS / Reuters TV
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 00

    Medyaya fransî ragihand ku ew kesê li Parîsê bi kêrê êrîş pêk anî û herî kêm bû sedema mirina 2 kesan, bi eslê xwe Çeçen derketiye û piştî nasnameya wî eşkere bû, dê û bavê wî jî hatine desteserkirin.

    Medyaya fransî îdia kir ku nasnameya ew kesê êrîşa DAIŞê girt ser xwe pêk anî, eşkere bûye.

    Europe 1 di nûçeya xwe ya spartiye çavkaniyên xwe tên taybet de diyar kir ku êrîşkar Çeçenekî 20 salî ye. Hat destnîşankirin ku ligel wî êrîşkarî ti belge nehatine girtin lê nasnameya wî ji şopa tiliyên wî hatiye tespîtkirin.

    Televîzyona BFMTV jî ragihand ku êrîşkar di sala 1997a de ji dayik bûye.

    Radyoya RTLê jî daxuyand ku polîsan dê û bavê êrîşkar desteser kirine.

    Şeva duhî li Parîsê êrîşeke bi kêr qewimî û di encamê de 2 kesan canê xwe dabû, 8 kes jî birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê ragihand ku êrîşa li Parîsê wan kiriye
    Li pîrozbahiyên parîsê ragêşiya 1ê Gulanê: Peyamnêrê Spûtnîkê birîndar bû
    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye
    Di çalakiyên prostestoyê yên li Parîsê de tevlihevî
    Xwenîşandana kurdan û piştgirên wan li Parîsê ji bo Efrînê
    Kurd û alîgirên wan ji bo Efrînê xwenîşandan li Parîsê li dar xist
    Etîketan:
    nasname, êrîşkar, DAIŞ, Parîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de