01:31 26 Gulan 2018
Antonio Guterres

NY: Em hêvî dikin pirsgirêka Qerebaxê wê were çareserkirin

© REUTERS / Faysal Omar
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Guterres ji bo Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan nameyeke pîrozbahiyê şand û jê re got, ew hêvî dike ku di warê çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê de pêşketin çêbibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo serokwezîrê nû yê Ermenistanê Nikol Paşinyan peyameke pîrozbahiyê şand û tê de got, ez piştgiriyê didim hewldanên çareseriya pirsgirêka Qerebaxê yên koma Minskê, ku di bin sîwana Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (AGIT) de hatiye avakirin.

Guterres di dewama peyama xwe de got, "Hêvî dikim ku di vê serdemê de, ku ji bo pêvajoya çareseriyê hesas e, ev hewaldanên ji bo çareseriyê wê hîn bi bandor be û ji bo pêkhatina aşitiyê ya gelên Başûrê Kafkasyayê wê bibe alîkar."

Sekreterê gişî yê NY anî ziman ku koma Ermeniyan jî di di nav de, Neteweyên Yekbûyî amade ji bo çareserkirina pirsgirêkan alîkariyê bike.

Bi heman mijarî:

Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
Parlamentoya Ermenistanê serokwezîrê xwe hildibijêre
Rûsya bo Ermenistanê: Pirsgirêkên xwe di çarçoveya hiqûqê de çareser bikin
Kremlin: Encamên hilbijartinê çi bin jî divê têkiliyên me li gel Ermenistanê dewam bikin
Etîketan:
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Antonio Guterres, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de