07:03 26 Gulan 2018
Heiko Maas

'Piştî biryara Îranê em ê polîtîkayên tund li dijî DYAyê bimeşînin'

© AFP 2018 / Odd ANDERSEN
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Piştî ku DYAyê ji peymana di navnera dewletên P5+1an de hatibû îmzekirin vekşiya Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heiko Maas daxuyand ku DYAyê em hêvîşikestî kirin û êdî polîtîkayên me dê li dijî Amerîkayê tund bin.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heiko Maas ji kovara Der Spiegelê re axivî û biryara vekşînê ya DYAyê ji peymana nukleerê rexne kir, wezîrê elman bilêv kir ku biryara yekalî a DYAyê pêwendiyên Berlîn û Washintonê jahrî kiriye.

Maas da zanîn, dema ku berjewendiyên Elmanyayê bên rojevê li dijî Amerîkayê em ê helwestek tund nîşan bidin. Wezîrê Karê Derve bibîr xist û got: "Em ji bo axaftinê, şêwran û têkoşîna berjewendiyên xwe amadene. Ev ne ji bo Qesra Spî bi tenê bo hemû kesan derbasdar e."

Beriya niha serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel gotibû, serokê DYAyê Donald Trump pêbaweriya nîzama navdewletî binpekiriye.

Bi heman mijarî:

‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'
Elmanya: Mijara Deniz Yucel pêwendiyên herdu dewletan xira dike
Li Elmanya li mala tirkekî de cebilxane hat dîtin
Etîketan:
peyman, navdewletî, biryar, nukleer, Heiko Maas, Elmanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de