18:05 21 Gulan 2018
    Angela Merkel

    Merkel: Trump zirarê dide nîzama navdewletî

    © REUTERS / Fabrizio Bensch
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel vekişandina Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleer ya bi Îranê re rexne kir. Merkelê got zirarê dide pêbawarî nîzama navdewletî

    Li Almanyayê serokên siyasî jî beşdarî çalakiyên Roja Dêrên Katlolîk bûn. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di civîna bi navê ‘Gera li Aştiyê' axivî û vekişandina Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleer ya bi Îranê re rexne kir û got ‘dilgiran û bi fikarin'

    ‘VEKIŞÎNA JI PEYMANA NUKLEERÎ ZIRARÊ DIDE NÎZAMA NAVDEWLETÎ'

    Merkel amajê pê kir ku lihevkirina bi Iranê re zehmet e lê vekişandina yekalî ya ji peymanê ne rast e û wiha pê de çû:

    "Ev yek zirareke mezin dide pêbaweriya bi nîzama cîhanê. Krîzeke pir alî ya siyasî heye. Dema ku her kes tişta ku dixaze bike, ji bo cîhanê ev rewşeke xirab e."

    ​Şansolyeya almanî Merkelê diyar kir ku ew piştgiriya têkiliyên Transatlantîkê dikin û da xuyakirin ku xurtkirina peywendiyên navdewletî ye.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî û Merkel bi rêya telefonê axivîn
    Merkel polîtîkaya penaberan neguherîne modakarê navdar ji hemwelatiyê derdikeve
    Merkel bang li Ewropayê kir ku pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nede
    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    ‘Ez ê Trump û Merkel bixim zindanê'
    Erdogan bi Merkel re peywendiyeke telefonî danî
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Etîketan:
    Nîzama navdewletî, Vekişîna ji peymanê, Angela Merkel, Amerîka, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de