07:14 26 Gulan 2018
Kremlîn - Kremlin - Moskow

Kremlîn: Pûtîn dê bi Paşînyan re bicive

© Sputnik / Natalia Seliverstova
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê bi Serokwezîrê Ermenistanê yê ku di encamdana protestoyan de ji aliyê parlementoyê ve hat bijartin Paşinyan re hevdîtinekê pêk bîne.

Peskovî da zanîn ku Pûtîn dê 14ê mehê di zîrweya Yekîtiya Aborîya Avrasyayê de bi Serokwezîrê Ermensitan Nikol Paşinyan re jî bicive.

Peskov da xuyakirin ku bernameya Pûtînî ya li Soçiyê ‘gelek tije' ye û wiha pê de çû serokê rûsî dê bi Serokê Dewletê yê Qirgizistanê Sooronbay Ceenbekov, Serokê Belarûs Aleksandr Lukaşenko û Serokê Dewleta Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev jî bicive.

Serokê protestoyên ji meha nîsanê de Nikol Paşinyan di dengdayîna li parlamentoyê wek serokwezîrê nû yê Ermenistanê hat bijartin.

Paşinyan di tûra ewil a hilbijartinan a li parlamentoyê de piştî ku hejmara bo serokwezîrtiyê bidestnexistibû bi hezaran alîgirên serokê muxalif derketibûn kolanan. Îro dengdayîna duyem li parlamentoyê hat lidarxistin û Nikol Paşinyan bi 59 dengan ve hat bijartin. Ji aliyê din ve ger di tûra duyem de jî Paşinyan car din nehata bijartin, dê biryara hilbijartinên pêşwext bihata stendin.

Bi heman mijarî:

Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
Pûtîn û Paşinyan li ser bihêzkirina têkiliyan axivîn
'Daxuyaniyên Paşinyan Azerbeycanê dixe nav fikaran'
Paşinyan: Di dema serokwezîrtiya min de ez ê ji bo hikûmeta mutabakatê bixebitim
Nikol Paşinyan: Eger em bi hinekan re muzakereyê bikin ew jî wê ji bo çûyina Sarkisyan be
Etîketan:
Civîn, Hevdîtin, Nikol Paşinyan, Vladimîr Pûtîn, Dmitry Peskov, Ermenistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de