04:31 28 Gulan 2018
Angela Merkel - G20

Merkel bang li Ewropayê kir ku pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nede

© REUTERS / Axel Schmidt
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku pêwîst e Ewropa êdî pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nede.

Merkel derbarê mijara vekişandina DYAyê ji peymana nukleerî ya bi Îranê re got: "DYA nema dikare parastina me bike, pêwîst e Ewropa qedera xwe bike destê xwe de, ev erka me ya pêşerojê ye."

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron li ser hesabên xwe yê Twîtterê ragihand ku Fransa, Almanya û Birînatya `derbarê biryara DYA ya vekişandina ji Peymana Tevgera Hevpar dilgiran in."

Roja sêşemê Serokê Amerîkayê Donald Tramp ragihandibû kû DYA ji peymana nukleerî ya kû Îran û koma `şeşan` ya navbênkarên navnetewî îmzekiribûn, xwe vedikişîne. Ji bilî wê, Serokê Amerîkayê li ser vejandina hemû sizayên berê yên dijî Îranê ku berê demekê hatibun rawestandin, ragihandibû.

Bi heman mijarî:

Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
Trump ji Macron re got: Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe
Amerîka dike programa xwe ya 'perwerdekirin û biçekkirinê' ya li Sûriyeyê berfireh bike
‘Mûeyîdeya Amerîka ya li dijî Îranê wê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike'
Etîketan:
Peymana nukleerî, Donald Trump, Angela merkel, Amerîka, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de