04:34 25 Gulan 2018
    Juventus bû xwediyê kûpaya Îtalyayê

    Piştî pêşbirka Juventus - Milanê xwediyê Kûpaya Îtalyayê diyar bû

    © REUTERS / Alberto Lingria
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka fînalê ya Kûpaya Îtalyayê de Juventus - Milan hatin pêşberî hev. Di pêşbirka dijwar de tîma Juventusê dijberê xwe 4-0 têk bir bû xwediyê kûpayê.

    Di pêşbirka ku li paytext Romaya Îtalyayê li stada Olimpiyatê hat lîstin de Juventus û Milan hatin pêşberî hev. Nîva ewil ya pêşbirka dijwar bi skora 0-0 beranberiyê ve qediya.

    Herwiha Juventus di deqîqeya 56an de bi gola Medhi Benatia ve rewş guherand û 1-0 ket pêş. Piştî vê golê di deqîqeya 61an de Douglas Costa skor kir 2-0. Medhi Benatiayê ku piştî gola duyem bi 3 deqîqeyan rewş kir 3-0, di pêşbirkê de gola xwe ya duyem avêt.

    ​Pêşbirk bi gola ku fitbolîstê Milanê Nikola Kalinic di deqîqeya 76an de avêt keleha xwe bi derdestiya Juventusê ve bi dawî bû û kûpa bir muzeya xwe. Juventus 4-0 Milan.

    Etîketan:
    skor, pêşbirk, kûpa, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de