11:18 24 Gulan 2018
    Federica Mogherini

    Yekîtiya Ewropayê: Em ê peymana nukleerî ya Îranê biparêzin

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand, ew ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişin, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyanî hat. Berpirsa Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku ew ê peymana nukleerî biparêzin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî daxuyand ku ew ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyane. Piştî vê biryara Amerîkayê derbarê mijarê de daxuyaniyek ji Yekîitya Ewropayê hat.

    Berpirsa Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini li bajarê Roma yê paytexta Îtalyayê civîna çapemeniyê li dar xist û helwesta hevpar a Yekîtiya Ewropayê eşkere kir.

    Mogherini di civînê de derbirî ku ew ê ligel civaka navdelwetî wê peymana nukleerî biparêzin û ragihand ku ev peyman ne di destê welatekî de ye û ji bo herêm û cîhanê gelekî girîng e.

    Federica Mogherini destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê wê bi biryar vê peymanê bidomîne û got, "Ez ji gelê Îranê re dibêjim, destûr nedin kesî ku bila vê yekê ji destê we bigire." Mogherini herwisa ev peyman wekî yek hedefên herî mezin ên d3iplomasiyê bi nav kir û got, mafê ewropayê ye ku di çaçroveya peymana ligel Îranê de li gorî berjwendiyên xwe tevbigere.

    Nûnera Yekîtiya Ewropayê herwisa anî ziman ku dîsa jî Amerîka wê di gelek mijarên hevkarê Yekîtiya Ewropayê be.

    Bi heman mijarî:

    Îmarat: Biryara vekişandinê gavek rast e û divê li dijî Îranê planeke bi bandor bê danîn
    Parlamentoya Îranê metnê peymana nûkleerî şewitand
    Biryara Amerîkayê ya Îranê li bihayê petrolê xist
    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Riyabkov: Îdîayên DYA li hember Îranê ne bi bernameya nukleerî ve girêdayîne
    Etîketan:
    peymana nukleerî, Berpirsa Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini, Roma, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de