14:18 23 Gulan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kocyas

    Yûnanistan: Tirkiye kiryarên xwe yên derqanûnî rewa nîşan dide

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kocyas destnîşan kir ku Tirkiye kiryarên xwe yên derqanûnî bo meşru bike dixebite. Li gor Kocyas, îdiayên Tirkiyeyê şaş û derew in, sernefiraziya hewldanên Trikiyeyê jî ne îhtîmalek dûr e.

    Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Kotzias
    © AP Photo / dpa, Wolfgang Kumm
    Wezîrê Karê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kocyas roja berê piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Kibrisa Başûr Nikos Kristodulides re ji çapemeniyê re daxuyaniyên girîng dan. Li gor nûçeya DW a tirkî wezîrê yûnanî daxuyandiye ku Tirkiye bo axa li Rojhilatê Ege û Deryaya Spî raportek radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye ku ji îdiayên şaş û derew pêk tê. Herwiha Kocyas got ku Tirkiye hewl dide, têzên xwe wek li gor hiqûqê ye nîşan bide.

    Nikos Kocyas da zanîn ku Tirkiye li Egeyê kiryarên xwe yên derqanûnî wek meşru nişan dide, lê ev hewldan hiqûqa navdewletî binpe dike û îhtîmala têkçûna van kiryarên Tirkiyeyê ne îhtîmalek dûr e.

    Bi heman mijarî:

    Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e
    Serokwezîrê Tirkiyeyê tinazê xwe bi Yûnanistan kir: Bi qasî wîlayetek me ye
    Yûnanistan: Bila Tirkiye mafên dide kurdan û yên ji Qibrisê re dixwaze, bide ber hev
    Etîketan:
    ege, deryaya spî, nîvgirav, Wezîrê Karê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kocyas, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de