04:26 28 Gulan 2018
Êrişa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê

Wezîra Parastin ê Fransayê: Eger Şam çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin

© REUTERS / Ford Williams/Courtesy U.S. Navy
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîra Parastin a Fransayê Florence Parley di axaftina xwe de ragihand ku eger rêvebiriya Şamê çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin.

Wezîra Parastin a Fransayê Florence Parley di axaftina xwe de ragihand ku eger rêvebiriya Şamê çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin. Fransa bi Amerîka û Brîtanyayê re di 14ê Nîsanê de bi îdîaya ku li Dumayê êrişa kîmyewî pêk hatiye Sûriye bombebaran kiribû.

Florence Parley di axaftina xwe ya radyoyê RTLê de got: "Hêzên girêdayî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji êrişa Dumayê berpirsyar in, eger hêzên hikûmetê çekên kîmyewî bikar bînin wê êrişên nû li hemberî Sûriyeyê werin lidarxistin."

Parley di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca êrişa bombebarana Sûriyeyê rêlibergirtina bikaranîna çekên kîmyewî bû. Eger çekên kîmyewî werin bikaranîn em ê êrişa li hemberî Sûriyeyê dîsa binirxînin."

Amerîka, Fransa û Brîtanyayê bi îdîaya ku li navçeya Dumaya Xûtaya Rojhilat êrişa kîmyewî hatiye bikaranîn di 7ê Nîsanê de zêdetirî 100 moşek avêtibûn tesîsên hikûmetê.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê ji 103 moşekên ku Amerîka û hevalbendên xwe avêtin zêdetirî 71ê ji aliyê pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatin îmhakirin.

Bi heman mijarî:

Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên
Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
Etîketan:
Wezîra Parastin a Fransayê, Florence Parley, Sûriye, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de