05:36 22 Gulan 2018
    Wezîrên derve yên Almanya û Fransayê Heiko Maas û Jean Yves Le Drian

    Almanya û Fransayê soza piştgiriyê da peymana nukleerî ya Îranê

    © AFP 2018 / Tobias SCHWARZ
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Almanya û Fransayê sozên xwe yên pabendbûna bi peymana nukleerî ya Îranê re dubare kirin.

    Wezîrên derve yên her du welatan Heiko Maas û Jean Yves Le Drian li paytexta Almanya Berlînê hatin ba hev.

    Maas û Le Drian di civîna hevbeş a rojnamevanî de diyar kirin ku ew dê soza xwe ya girêdana bi peymana nukleerî re berdewam bikin.

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Maas got ku heger ew peymana nukleerî ya bi Îranê re berdin, ev dê bibe sedema têkçûnê û metirsî ye rewş vegere beriya sala 2013an.

    'YA HERÎ RAST BERDEWAMA PEYMANÊ YE'

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian da xuyakirin ku ew bi biryar in peymana bi Îranê re bidomînin û got, rêya herî rast a ku Îran bombeya nukleerî çêneke bi awayekî serbixwe ji biryara Amerîkayê, berdewamkirina peymana bi Îranê re ye.

    Bi heman mijarî:

    Kozmonotê rûsî ji fezayê dîmenên avaçûna heyvê parve kir
    Senatorê amerîkî ji bo Îranê Trump hişyar kir
    Mamoste Ayşe wê dîsa bikeve girtîgehê
    Berbijêrekî ereb ji ber cil û bergên kurdî li Kerkûkê xwe ji berbijêriyê vekişand
    CHPê bi erênî pêşwazî li pêşniyara HDPê kir!
    'Kurd hewl didin li himberî serokkomariyê, serokatiya parlamentoyê bi dest bixin'
    Li Amedê serwîsa xwendekaran qulibî: 16 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Îran, Fransa, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de