17:44 23 Gulan 2018
    Frank-Walter Steinmeier

    Serokomarê Elmanyayê: Divê bi Îranê re peymana nukleerê bi dawî nebe

    © AP Photo / Petros Giannakouris
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier derbarê peymana nukleerê ya bi Îranê re hişyarî da ku divê Peyman bi dawî nebe: "Bi betalkirina peymanê ve li heremê çekdarbûn dê dest pê bike û tiştên ku li heremê dê pêk werin wê neyên texmînkirin."

    Li gor nûçeya DW a tirkî Serokomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier, di bernameya televîzyona ARDê de derbarê mijarên rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan. Steinmeier, destnîşanî peymana navdewletî ya bi Îranê re kir ku divê peyman bi dawî nebe, herwiha piştre encamên wê dibe ku giran bin.

    Steinmeier, "Dema ku Wezîrê Karê Derve yê DYA yê bere John Kerry ev Peyman îmze kir bilêv kir ku ‘bi vê peymanê me şerek astengkir.' Bi ya min ev gotin girîng e, bi betalkirina vê peymanê li heremê çekdarbûn dê dest pê bike û tiştên ku li heremê dê pêk werin nayên texmînkirin."

    Herwiha tê payin ku serokê DYAyê Donald Trump di 12 Gulanê de derbarê peymanê de biryara xwe ya dawî bide.

    Bi heman mijarî:

    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Li Washingtonê bombeya nukleer biteqe wê çi bibe?
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    DYAyê sê balafirên şer yên xwedî nukleer şandin Ewropayê
    Gerasîmov: Plana pêşxistina muhîmatên nukleer ya Pentagonê ji 200 bombeyî pêk tê
    Etîketan:
    nukleer, trump, dya, îran, peyman, Frank-Walter Steinmeier, Elmanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de