05:29 22 Gulan 2018
    Emmanuel Macron û Vladimir Pûtîn

    Macron: Ez dixwazim diyalogeke dîrokî ligel Putin deynim

    © REUTERS / Philippe Wojazer
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Fransayê Macron di axaftina xwe ya ji bo çapemeniya fransî de got, Rûsya perçeyekî Ewropayê ye, ez ê destûrê nedim ku Rûsya di nava xwe de bimîne û ez dixwazim diyalogeke dîrokî ligel Putin deynim.

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo Le Journal du dimanche axivî û di axaftina xwe de got, nêta wî ew e ku Rûsyayê bi Ewropayê ve girêbide û destûrê nedê ku di nava xwe de asê bimîne.

    Serokê fransî ev tişt anîn ziman, "Vladimir Putin xiyal dike ku Rûsyayê careke din mezin bike. Ji bo min her çiqas Rûsya vê demokrasiya me nizanibe jî, perçeyekî Ewropayê ye."

    Macron anî ziman ku ew helwesta xwe ya li ser destwerdana karên navxweyî bidomîne û got, "Em ê destûrê nedşn pêkhatina hewldanên wisa. Tenê em dikarinn vê helwestê ji hinek kesan rêzê bibînin. Propagandaya rûsî li nav welatê me kêm bûye û bi rêya diyaloga me ya mafdar a derbarê Sûriyeyê de peyamên me gihîştin rejîma Sûriyeyê."

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Macron alîgirên parastina peymana li gel Îranê ne
    Macron û Rûhanî li ser peymana nukleerî axivîn
    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    Serokomarê Fransayê Macron bi bêrêtiyê tê sûcdarkirin
    Etîketan:
    diyalog, Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de