04:35 28 Gulan 2018
Alên Yekîtiya Ewropa YE û Tirkiye

YE heta sala 2027an alîkariya malî ji Tirkiyeyê qût dike

© AFP 2018 / GERARD CERLES
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Eweopayê (YE) têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re ji asta endamtiyê dadixe asta cîrantiyê. Herwiha pisporan dan zanîn ku kiryarên YEyê tê ser wateya qutkirina alîkariya malî jî.

Li gor pêşniyaza şaxa îcrayê ya YEyê ya budçeya bo salên 2021-2027an, budçeya bo Tirkiyeyê kê dibe û endamtiya Tirkiyeyê li gor salên berê bo YEyê qelstir bûye û têkiliyên xwe dibe ku ji asta endamtiyê daxe asta cîrantiyê.

Li gor nûçeya DW ya tirkî Komîsyona Ewropayê bo welatên ku xwe ji bo endamtiya YEyê amade dikin re budçeya salên 2021-2027an wek 12 mîlyar û 865 mîlyon euro hat eşkerekirin. Beriya beşdarbûna yekîtiyê alîkariya budçeyê bo salên 2014an û 2020an wek 11 mîlyar û 698 mîlyon euro hatibe tespîtkirin.

Pisporan eşkerekirin ku ev budçeya YEyê ya bo 10 salan li gor ku wek endamtiya Tirkiyeyê rasteqîn nabînin hatiye amadekirin, dibe ku alîkariya malî bo Tirkiiyeyê bê birrîn jî. Herwiha pêşniyaza komîsyona ewropayê jî hin îfade destnîşanî qûtkirina alîkariya malî dike.

Bi heman mijarî:

YE: Hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanistanê dibin zêde bûye
Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye
Saediyan bi du pêşangehên hevdem li Stenbolê ye
Etîketan:
aborî, endamtî, ye, pere, DW Tirkî, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de