17:05 26 Gulan 2018
Leşkerên Fransî û amerîkî li Minbicê - Ala Fransa û Amerîkayê

Fransa: Em ê li gel leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Ewropa
Lînkê kurt
0 21

Sererkanê Giştî ya Artêşa Fransayê François Lecointre got ku welatê wî dê li gel leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bin da ku peywira xwe ya têkoşîna li dijî terorê dewam bikin.

Generalê frensî îro îniyê bi kanala C Newsê re axift got," Parsî li Sûriyeyê dibîne ku tiştê herî giring ew e ku DAIŞê ji nav bibe" û wiha dewam kir: Ez wiha bawer dikim ku em ê bi amerîkiyan re (li Sûriyeyê) bimînin û ez nikarim xeyal bikim ku Amerîka berî têkbirina DAIŞê vekişe û hûrgiliyên din jî biryarên siyasî ne."

"CIH Û HEJMARA HÊZAN DIYAR NEKIR"

Li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattisî derbarê şandina hinek hêzên din ên taybet bo Sûriyeyê de, Lecointre şirove li ser hejmara yekîneyan û cihên wan nekir û teqez kir ku "Fransa li ser dixebite ku navendên terorê li herêmê hilbike, nexasim li ser xeta sînorî ya Sûriye û Iraqê. Vî tiştî jî bi hemû navgînan dikin, çi hewayî, bejahî yan jî hêzên taybet be."

Bi heman mijarî:

‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
Navenda Ragihandinê ya HSDê, encama operasyona Efrînê bi raya giştî re parve kir
‘Amerîka li ser formuleke ku HSDê ji dest bernede dixebite'
HSDê encamên şerê 24 saetên dawî yê Efrînê ragihand
'HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'
Etîketan:
welatên biyanî yên li Sûriyeyê, Françoîs Lecointre, James Mattis, Parîs, Sûriye, Fransa, Amerîka, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de