18:12 21 Gulan 2018
    Lîga UEFA

    Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirka fînalê: Atletico Madrid - Marsilya

    © Sputnik / John Sibley
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di Lîga UEFA Ewropayê de Atletico Madrida ku Arsenal 1-0 têk bir derket fînalê. Nûnerê Fransayê Marsilya bi gola ku di demên dirêjkirinê de avêt ve derket tûra jor û di pêşbirka fînalê de bû reqîbê Atletico Madridê.

    Di pêşbirkên rowanşa nîvfînalê ya Lîga Ewropayê de Atletico Madrid — Arsenal hatin pêşberî hev. Atletico di rowanşa 1-1ê de tîma Arsenalê 1-0 têk bir û derket tûra jor.

    Gola nûnerê Spanyayê di deqîqeya 45+2an de golker Diego Costa avêt. Atletico Madrid 1-0 Arsenal

    ​Di pêşbirka duyem a şevê de Salzburg — Marsilya bo tûra fînalê têkoşiyan. Salzburga ku di pêşbirka ewil de li dijî reqîbê xwe 2-0 têk çûbû di pêşibirka rowanşê de lîstikek bêhempa derxist holê.

    Piştî 90 deqîqeyî Salzburgê pêşbirk 2-0 di pêş de qedand û têkoşîn bi demên dirêjkirinê ve berdewam kir. ​Herwiha tîma Marsilyayê di deqîqeya 116an de bi gola fitbolîstê bergiriyê Rolando ve bilêta fînalê bidest xist. Salzburga 2-1 Marsilya

    Bi vî awayî Marsilya di pêşbirka fînalê de bû reqîbê Atletico Madridê.

    Pêşbirka fînala Kûpaya Lîga UEFA Ewropayê di 16ê Gulanê roja Çarşemê li bajarê Lyon a Fransayê dê bê lîstin.

    Bi heman mijarî:

    Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Di lîga UEFA Ewropayê de tîmên tûra nîvfînalê diyar bûn
    Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirkên fînala çaryekê hatin lîstin
    Di pêşbirka lîga UEFA ewropayê de polîsekî jiyana xwe winda kir
    Etîketan:
    fînal, pêşbirk, lîga uefa ewropa, fitbol, UEFA, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de