20:57 22 Gulan 2018
    Şervanên YPG - YPJ

    Li Brîtanyayê biraziyê wezîrê kevin ji ber YPGê hat binçevkirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 04

    Biraziyê wezîrê berê yê Brîtanyayê John Profumo, Jamie Janson ji ber ku tev li refên Yekineyên Parastina Gel (YPG) şer kiriye hat darizandin.

    Li gorî nûçeya di rojnameya Daily Telegraphê, Jamie Janson dema ku di saziyekê alikariyê de dixebite li deverê Mûsilê bi niyeta ku li hember DAIŞê şer bike tev li refên YPGê dibe. Janson piştê tevlêbûne li Efrînê dimîne. Piştê operasyona Tirkiyê ya li dijê Efrînê derbasê Hewlerê dibe. Jamie Janson demekê şûnde bi rêya Fransa û Belçîkayê derbasê Brîtanyayê dibe.

    Janson li welatê Brîtanyayê ji ber ku tev li YPGê bûye tê darizandin û bi kefaret tê berdan. Brîtanya beriyê de du hemwelatiyên xwe yên bi navê Jim Matthews û Aidan James jî bi tewanbariya ku tev li YPGê bibûn hatin darizandin.

    Tê zanîn ku Jamie Janson biraziyê wezîrê berê yê Brîtanyayê John Profumoyê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
    'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
    Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
    YPG: Li nav Efrînê 4 çekdar hatin kuştin, 2 jî birîndar in
    Etîketan:
    brîtanya, şervan, ypg, Efrîn Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de