17:02 26 Gulan 2018
 Real Madrid -  Bayern Münich

Di Lîga Şampiyonan de navê finalê diyar bû, Real Madrid-Liverpool

© REUTERS / Juan Medina
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Liverpoola ku di rowanşa 5-2an de li dijî Romayê 4-2 têk çû derket fînalê û di Lîga Şampiyonan de bû reqîbê Real Madridê. Pêşbirka fînalê ya di navbera Real Madrid û Liverpoolê di 26ê Gulanê de dê li bajarê Kieva Ûkraynayê bê lîstin.

Di pêşbirka rowanşê ya nîvfînala Lîga Şampiyonan de Roma û Liverpool li Stada Romayê hatin pêşberî hev. Nûnerê Îtalyayê Roma di pêşbirka rowanşa 5-2an de li dijî ekîba brîtanî Liverpoolê 4-2 qezenç kir lê cardin jî ji tûrnavayê xatir xwest û Liverpool di fînalê de bû reqîbê Real Madridê. Liverpoolê bi lez dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeya 9an de Sadio Mane bi gola ku avêt ve tîma xwe 1-0 xist pêş. Roma 0-1 Liverpool

Di deqîqeya 15an de James Milner bi gola ku bi xeletî avêt xwe rewş bû 1-1. Roma 1-1 Liverpool

Fitbolîstê Liverpoolê bi Georginio Wijnaldum cardin ket pêş û nîva ewil bi vê skorê ve bi dawî bû. Roma 1-2 Liverpool

​Romaya ku serdest dest bi nîva duyem kir di 52an de bi golkerê xwe Edin Dzeko ve skor cardin kir wek hev. Roma 2-2 Liverpool

Nûnerê Îtalyayê bo golê hewla xwe zêdetir kir û bi Edin Dzeko ve golek din avêt. Roma 3-2 Liverpool

Di dema demên dirêjkirinê de Romayê bi Radja Nainggolan ve di deqîqeya 90+3an de skor kir 4-2 û lê ev skor bo derbasbûna tûra jor têra Romayê nekir û nûnerê Brîtanyayê Liverpool di fînalê de bû reqîbê Real Madridê.

​Pêşbirka fînalê ya di navbera Real Madrid û Liverpoolê di 26ê Gulanê de dê li bajarê Kieva Ûkraynayê bê lîstin.

 

Bi heman mijarî:

Pêşbirka rowanşê ya Lîga Şampiyonan, Real Madrid-Bayern Munih 2-2
Pêşbirka nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan: Bayern Munih - Real Madrid
Pêşbirka nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan: Liverpool 5-2 Roma
Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn
Etîketan:
fînal, skor, lîga şampiyonan, UEFA, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de