17:04 24 Gulan 2018
    ETAya ji bo serxwebûna Baskê şer dike

    ETAyê xwe fesix kir

    © AP Photo / Gara
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Azadiya Welatê Baskê (ETA) ku dixwaze li bakurê Spanya û başûrê Fransayê dewleteke serbixwe ava bike û di vî warî bi dehan salan têkoşîn da, xwe fesix kir.

    Rojnameya El Diario ya ku navenda wê li Spanyayê ye ragihand ku ETAyê bi nameyekê xwe fesix kiriye.

    Rojnameyê cih da nameya ETAyê ya 16ê Nîsanê û diyar kir ku ETA bi tevahî belav bûye.

    ETA di sala 1959an dema ku dîktatorê Spanyayê Franco li ser kar bû hatiye damezirandin û bi kuştina Serokwezîrê wê demê Luis Carrero Blancoyê ya sala 1973an navê wê li cîhanê hatibû bihîstin..

    Rêxistina ETAyê di sala 1959an de bi armanca li bakurê Spanya û başûrê Fransayê dewleteke serbixwe ava bike hatibû damezirandin. ETA di sala 2017an de jî çek danîbûn.

    Rêxistinê 10 roj berê jî ji mirovên ku zirar dane wan lêborîna xwe xwestibû.

    Bi heman mijarî:

    'ETA çekan datîne lê rêxistinê fesh nake'
    Etîketan:
    Xwefesihkirin, Rêxistina çekdarî, El Dario, ETA, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de