17:48 23 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Kotzias

    Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e

    © AP Photo / dpa, Wolfgang Kumm
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 00

    Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kotzias behsa rageşiya navbera Tirkiye û welatê xwe kir û li ser pirsyara bê gelo ihtimala rûbirûbekê di navbera herdu welatan de heye yan na, got, "Yûnanistan ne Efrîn e."

    Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kotzias di programa 'Istories'ê ya televizyona Skai Tvê de axift û rageşiya meha Rêbendanê ya navbera keştiyên hêzên ewlekariya beravan ên Tirkiye û Yûnanistanê ya li nêzîkî giravên Îmiyayê bi bîr anî.

    Li gorî nûçeya Kathimeriniyê, Kotziasî gotiye ku"Tirkiye gelekî nêzîkî binpêkirina xetên sor ên Yûnanistanê bûye" û diyar kir ku ji ber bertekên 'hêmîn' ên Atînayê, rê li ber geşedanên neyênî di têkiliyên Tirkiye û Yûnanistanê de hatiye girtin.

    'ME WISA NEKIR, KES NIZANE BÊ EV BÛYER DI KÛ RE DERKETIN"

    Kotziasî gotiye, "eger em wek aliyê yûnanî bi awayekî nerm û hêmîn tevnegeriyana, kes nizane bê ev bûyer di kû re derdiketin. Di rewşên wiha de, yan tu yê qubediîtyê bikî yan jî tu yê hewl bidî rewşê aram bikî."

    'ERDOGAN HERÎ ZÊDE GIRINGIYÊ DIDE REZERVÊN ENERJIYÊ'

    Li ser ihtimala şerekî di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de jî, wezîrê yûnanî got, "Yûnanistan ne Efrîn e. Dibe ne tenê ziyan çêbibe lê rîska wendakirinê jî heye."

    Herwiha Kotzias got ku "Tirkiye welatekî tijî nakokî ye" û li ser Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî got, "Erdogan herî zêde giringiyê dide rezervên enerjiyê yên li herêmê û belkî ji ber ti rola Tirkiyeyê di sûdgirtina ji van rezervan tine, hinekî xwe rageş hîs dike."

    'REFTARÊN TIRKIYEYÊ NÎŞAN DIDIN KU HELWESTA XWE GUHERANDIYE"

    Li ser herdu leşkerên yûnanî yên ku Tirkiyeyê bi behaneya ku sînorê derbas kirine ew girtine, Kotziasî got, "Ez ne di wê rewşê de me ku bibêjim, kemîn ji bo wan hatiye danîn an jî ew tişt hatibû plankirin. Lê ev reftarên Tirkiyeyê nîşan didin ku guhertin di helwestê de heye" û bi bîr anî ku rayedaran berî niha bi sedan bûyerên bi awayekî lezgîn çareser kiribûn.

    Kotziasî got, "ev Tirkiye ne heman Tirkiye ye ya ku me leşkerên sînor derbas dikirin bi hev diguherandin. Dosyayeke mezin têkilîdarî van bûyeran li ser maseya min heye."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Me hêj biryar ji bo şandina S-300î bo Sûriyeyê neda ye
    Lavrov: Niyeta Amerîkayê tine ku ji Sûriyeyê vekişe
    Mogherini: Tekane çareseriya qeyrana Sûriyeyê, çareseriya siyasî ye
    Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
    Rûsya: OPCWê piştrast kir ku çekên kimyewî li wan depoyên li Sûriyeyê nehatine dîtin
    Rûsya: Pergaleke nû ya parastin di demeke nêz de bo Sûriyeyê tê şandin
    'Dibe Erebistana Siûdî û Tirkiye li Sûriyeyê rûbirûyî hev bibin'
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdoga, Nikos Kotzias, Artêşa Tirkiyeyê, Tirkiye, Îmia, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de