11:11 24 Gulan 2018
    Zarokên penaber li ser sînorê Yûnanistan û Makedonyayê

    YE: Hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanistanê dibin zêde bûye

    © AFP 2018 / TOBIAS SCHWARZ
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên YEyê ragihand ku hejmara penaberên hewl didin ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanistanê bibin zêde bûye. Dîrektorê Ajansa Parastina Sînoran a YEyê Fabrice Leggeriyî xwest ku bergiriyên li ser sînorî werin zêdekirin.

    Dîrektorê Ajansa Parastina Sînoran a YEyê (Frontex) Fabrice Leggeriyî bi rojnameya Alman Bild am Sonntagê re axift û got, tê dîtin ku di van hefteyên dawî de hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanistanê dibin zêde bûye.

    Li gorî nûçeya DWê, Leggeriyî diyar kir ku di van çar-pêc hefteyên dawî de, rêjeya penaberên ji Tirkiyeyê derbasî giravên Yûnanistanê dibin bi rêjeya 17% zêde bûye û got, "sedema vê zêdebûnê jî ew e ku hejmara penaberên ji Îran, Iraq û Sûriyeyê tên Tirkiyeyê zêde bûye."

    Li gorî daneyên Frontexê, piraniya penaberên di rêya Deryaya Spî yên diçin Ewropayê mêr in.

    Rayedarên YEyê destnîşan kir ku 40% ji kesên ji Tirkiyeyê tên Ewropayê malbat in lê hema hema tevahiya kesên ji Fasê diçin Ewropayê mêr in.

    "DIVÊ BERGIRIYÊN PARASTINÊ WERIN ZÊDEKIRIN"

    Leggeriyî daxwaz kir ku bergiriyên parastina li ser sînorên derveyî yên YEyê werin zêdekirin û di heman demê de teqez kir ku divê sepandina sînorên derveyî ya hevgir were pêkanîn. Laggeriyî diyar kir ku niha sînor di bin kontrolê de ye lê hîn jî fişar heye.

    Herwiha rayedarê ewropî diyar kir ku hîn jî gelek kes li Rojhilata Navîn hene ku pêwîstiya wan bi parastinê heye û gelek koçberên aboriyê ji Afrîka û Ewropayê hene ku li jiyaneke baştir digerin.

    Li gorî Leggeriyî pêwîstiya Ewropayê bi polîtîkayeke hevpar a penaberî û koçberiyê heye lê Frontexê ti karbidestiyeke wiha nîn e û got, niha 40% ji biryarên vegerandinê li tevahiya Ewropayê tên sepandin û ev rêje gelekî kêm dibe.

    Bi heman mijarî:

    Di Lîga Ewropayê de pêşbirkên ewil yên tûra 16 tîmên dawî hatin lîstin
    Pentagon: Heta 2025an dibe ku Amerîka serdestiya leşkerî ya Ewropayê ji Rûsyayê re bihêle
    Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
    Etîketan:
    YE, Fabrice Leggeri, Iraq, Sûriye, Ewropa, Tirkiye, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de