04:45 25 Gulan 2018
    Amber Rudd

    Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê îstîfa kir

    © REUTERS / Hannah McKay
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê Amber Rudd ji wezîfeya xwe îstîfa kir û serokwezîr jî îstîfa qebûl kiriye.

    Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê Amber Rudd ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Piştî derket holê ku Amber Rudd di mijara dersînorkirina penaberan de agahiyên şaş dabûne Parlamentoya Brîtanyayê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

    Li gor zanyariyan Serokwezîr Theresa May jî îstîfaya Rudd qebûl kiriye.

    Rudd ji ber dersînorkirina penaberên welatên kolonî yên Brîtanyayê di hedefa muxalefetê de bû. Navê Rudd ji bo serokatiya Partiya Muhafezar ku niha desthilat e jî derbas dibû.

    Ji meha mijdarê ve ev çaremîn wezîr e ku ji hikûmeta Theresa May îstîfa dike. Berî Rudd, Wezîrê Parastinê Michael Fallon, Wezîra Perwerdeyê Justine Greening û Cîgirê Serokwezîr Damian Green jî îstîfa kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Brîtanya û Barzanî li Hewlêrê civiyan
    Brîtanya: Divê pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin
    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    'Brîtanya amadehiyê dike ku êrîşê torên kompîtur ên Rûsyayê bike'
    Brîtanya: Operasyona Sûriyê nayê wê wateya ku em ê bêhtir mudaxilê Sûriyê bibin
    Etîketan:
    Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê îstîfa kir, Amber Rudd, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de