01:34 26 Gulan 2018
Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londonê

'Îdiayên dibêjin, Rûsyayê midaxeleyê hilbijartinên Brîtanyayê kir, beredayî ne'

© REUTERS / Phil Noble
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê nûçeya rojnameya îngilîz a bi navê Sunday Timesê, ku tê de digot ‘hisabên bot ên rûsî' bandor li hilbijartinên sala 2017a yên Brîtanyayê kiriye, wekî bê cidiyet û beredayî bi nav kir.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê li ser nûçeya Sunday Timesê ya ku îro hat weşandin û digot, ‘hisabên bot ên rûsî' bandor li hilbijartinên sala 2017a yên Brîtanyayê kiriye, daxuyaniyek belav kir û ev tişt gotin, "Ev nûçeyên ku beriya hilbijartinên herêmî yên 3yê Gulanê hatin weşandin, bala me kişand. Jixwe ev nûçeyên derew in. Em vê têgihîştinê fêm dikin. Tê xwestin ku Rûsyayê kaşî nav alzoiyên partiyan bikin û ji bo armancên polîtîk ên demkurt li ser Rûsyayê bilîzin. Îcar ger em werin ser nûçeyê, ev nûçe dûrê cidiyetê ne û û beredayî ne."

'EV TENÊ ÇÎROK IN'

Dîplomatên rûsî bal kişand ser ku çapemeniya îngilîz beriya niha jî nivisî bûn ku Rûsya piştgiriyê dide Brexitê û siyasetmedarên alîgir ên wê û wan dîplomatan gotin, tawanbariyên bi vî rengî jî tenê çîrok in.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê John Boris û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Serey Lavrov a Berfanbara 2017a û ji bo mijarên ewlehiya sîberê ger pispor li ser maseyê rûnin wÊ hevdîtin cidî û hûrgilî be lê diyar e ku Brîtanya ji bo hevdîtneke wisa ne amade ye.

'RÛSYA EV 2 MEH IN NIKARE XWE BIGIHÎNE MALBATA SKRIPALAN'

Herwisa di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî bûyera jehrîkirinê ya li bajarê Salisburyê ev 2 meh derbas bûne lê Rûsya hêj jî nikare xwe bigihîne Serhey Skripal û keça wî û hat gotin ku ev binpêkirina hiqûqa navdewletî ye.

Bi heman mijarî:

Li Brîtanyayê di bagerê de ji esmana cismekî xerîb ket
Li Brîtanyayê dê li ser kurdên Îranê panelek were lidarxistin
Îstixbarata Brîtanyayê hişyarî da lîstikvanên xwe: Hay ji jinên rûsî hebin
Rûsyayê li ser bûyera Skripal daxuyanî da
Etîketan:
daxuyanî, Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de