20:51 20 Gulan 2018
    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Macron û Rûhanî li ser peymana nukleerî axivîn

    © AFP 2018 / ERIC PIERMONT
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re peyivî û hat diyarkirin ku di vê hevdîtinê de herdu aliyan zêdetirî saetekê peymana nukleerê ya bi Îranê re axivîn.

    Li gorî daxuyaniya Koşka Elysee, Macron di hevdîtinê de xwestiye peyaman sala 2015a ya Îranê û welatên P5+1ê were parastin û ji bo kontrolkirina xebatên nukleerî yên piştî sala 2025a, bernameya balîstîk a Îranê û kêşeyên herêmî yên girîng mizakere werin destpêkirin.

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Serokomarê Fransayê û Serokomarê Îranê ji bo parastina hemû naveroka peymana sala 2015a û herwisa xebata li ser rewşa Yemen û Sûriyeyê li hevdu kirin ku di hefteyên pêş me de bi hevdu re bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    Asayîşa kurdî 50 kîlo heroîn zeft kirin ku ji Îranê hatibû
    Li Brîtanyayê dê li ser kurdên Îranê panelek were lidarxistin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Serokomarê Fransayê, Hesen Rûhanî, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de