00:38 25 Gulan 2018
    Swêd

    Hikûmeta Swêdê bi şertekî wê mafê penaberiyê bide 9 hezar kesî

    © REUTERS/ Bob Strong/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hikûmeta Swêdê bi şertê ku perwerdeya xwe dewam bikin wê mafê penaberiyê bide 9 hezar ciwanên afganî.

    Li gor zanyariyên berdest, hikûmeta Swêdê pêşnûmayeke ku mafê penaberiyê bide 9 hezar ciwanên afgan amade kir. Li gor nûçeya televîzyona dewletê (SVT) ji sala 2015an ve ji 20 hezar kesên bêkes ku îltîcaya Swêdê kirine daxwaza 11 hezaran ji bo ku ji 18 salî biçûktir bûn hat qebûlkirin û 9 hezar ciwanên mayîn ji bo ji 18 salî mezintir bûn mafê penaberiyê nehatibû dayîn.

    Herwiha hikûmet ji bo çareseriyekê ji vê krîzê re bibîne pêşnûmayek amade kir. Hikûmet bi şertê ku penaberên afgan perwerdehiya xwe bidomînin dê mafê penaberiyê bide.

    Seroka Partiya Rastgir a Lîberal Annie Loof ku li Swêdê yek ji partiya muxalîf e piştgirî da pêşnûmaya hikûmetê û di civîna xwe ya çapemenî de got: "Em piştgiriyê didin pêşnûmaya hikûmetê, eger ev pêşnûma were parlamentoyê em ê dengê erê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
    Swêdê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo Muslim red kir
    Li Swêdê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan tê lidarxistin
    Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund
    Polîsê Swêdê: Êrişkar dildar ê DAIŞê bû
    Etîketan:
    Swêd mafê penaberiyê dide afganan, Annie Loof, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de