16:30 20 Gulan 2018
    Zlatan Ibrahimovic

    Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye

    © REUTERS /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fitbolîstê swêdî Zlatan Îbrahîmovîçê ku kariyera xwe ya fitbolê li DYAyê didmonîne, di kadroya tîma milî ya Swêdê ya Kûpaya Cîhanê ya li Rûsyayê de cih nagre.

    Dîrektorê Tîma Fitbolê ya Swêdê Lars Richt li ser malpera fedarasyona fitbolê daxuyand ku roja sêşemê bi Zlatan Îbrahîmovîç re hevdîtinek kiriye û Zlatan jê re gotiye biryara xwe ya tîma milî neguherandiye. Yanî di Kûpaya Cîhanê de Îbrahîmovîç dê tune be.

    Îbrahîmovîç beriya niha bilêv kiribû ku di organîzasyona Kûpaya Cîhanê de dê bilîze lê ji ber daxuyaniya rahênerê tîma milî yê Swêdê Janne Andersson ku gotibû ez Zlatan di kadroyê de nafikirim, Îbrahîmovîç jî ragihandibû ku bo vexwendinê li bendeyî telefona Andersson im.

    ​Ji aliyê din ve Îbrahîmovîç di bernameyek televîzyonê de daxuyandibû ku Kûpaya Cîhanê ya bêyî min ji organîzasyonê nayê hesibandin.

    Bi heman mijarî:

    Îbrahîmovîç: Şampiyoniya bêyî min, ji şampiyoniyê nayê hesibandin
    Tîma Katalon cardin kûpaya Qraliyeta Îspanyayê hilda
    'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'
    ‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'
    Etîketan:
    kadro, kûpaya cîhanê, fitbol, îbrahîmovîç, Lars Richt, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de